Zîlan li Rûsyayê hate bibîranîn

Li bajarên Tambov û Saratovê yê Rûsyayê jinên Kurd Zeynep Kinaci (Zîlan) bi bîr anîn.

Li bajarên Tambov û Saratovê yê Rûsyayê jinên Kurd Zeynep Kinaci (Zîlan) bi bîr anîn a ku di 30’ê Hezîrana 1996’an de li Dêrsimê çalakiyeke fedaî li dar xistibû.

Jinên Kurd di salvegera şehadeta Zîlan de diyar kirin ku Tevgera Azadiyê ya Kurdan ji her demê zêdetir xurt e û bi saya vê têkoşînê gelê Kurd bêtir nêzî azadiyê ye.

MÎÇÛRÎNSK

Kurdên li bajarê Miçûrînskê jî bi wesîleya şehadeta Zîlan hatin ba hev û ji bo şermezarkirina êrîşên dewleta Tirk daxuyanî dan. Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku li Şengal, Mexmûr, Herêmên Parastinê yên Medyayê û Silêmaniyê êrîşên hewayî hatine kirin û armanca van êrîşan ev e ku gelê Kurd tasfiye bikin. Di daxuyaniyê de bang li Rûsya, DYE, YE hate kirin ku bila li hemberî van êrîşan bêdeng nemînin û helwesta xwe nîşan bidin.

SARATOV

Li gundê Tîmonîno ya navçeya Dergaçî ya bajarê Saratovê jî jinên Kurd Zîlan bi bîr anîn. Li ser navê jinên Kurd Tevrat Yûsûbova daxuyanî xwend.

Yûsûbova diyar kir ku tarza şoreşger û têkoşer a Zîlanê ji bo jinên Kurd ên fedaî bûye rêber. Yûsûbova bal kişand ser vî tiştî ku heta ku jinên Kurd hebin wê xeta Zîlanê têk neçe û heta azadiyê wê têkoşîn bidome. Yûsûbova bang li jinên Kurd kir ku bila li hemberî êrîşên dewleta Tirk têkoşîna xwe geş bikin û bi ruhê çalakiyê yê Zîlanê li ber xwe bidin.