Zexta ji ber bûyera Kaşikçi li Sîûdî tê kirin giran dibe

Îdîayên li ser kuştina rojnamevanê Siûdî Cemal Kaşikçi li konsolosxaneyê êdî nayên veşartin. Zexta li ser rêveberiya Riyadê giran dibe.

Kaşikçi roja 2'ê Cotmehê kete hundirê Serkonsolosxaneya Erebîstana Siûdî ya li Stenbolê û ji hingî ve agahî jê nehate girtin. Guman êdî zela bûne ku Kaşikçi li hundirê avahiyê hatiye kuştin û piştre hatiye windakirin. Rêveberiya Siûdî di vê mijarê de hîn daxuyaniyek nedaye. Zexta gelek welat û saziyan a li ser Siûdiyan giran dibe.

GELEK RÊVEBER WÊ TEVLÎ KONFERANSA ABORIYÊ NEBIN

Zexta di ser bûyera Cemal Kaşikçi re tê kirin, dewam dike. Hefteya bê wê li Riyadê konferanseke aboriyê ya bi navê "Hewldana razemeniyê ji bo paşerojê" bê lidarxistin. Hejmara sazî û welatên ku xwe ji konferansê vekişandine zêde dibe.

Piştî ku Serokên ÎMF, Banka Cîhanê û gelek saziyên din xwe ji tevlîbûna konferansê vekişandin, rêveberên gelek welatan jî ragihandin ku wê tevlî nebin.

TRÛMP: EŞKERE YE KU HATIYE KUŞTIN; WÊ ENCAMÊN XWE HEBIN

Serokê DYA'yê Donald Trûmp ku rexne lê tê kirin ku di bûyera Kaşikçi de ji destpêkê ve zexteke zelal nekiriye, anî ziman ku 'bi îhtimaleke mezin' rojnamevanê mûxalîf hatiye kuştin.

Trûmp diyar kir, ev bûyer 'gelekî nebaş e' û diyar kir, ji bo rêveberiya Siûdî wê encamên vê hebin.