Zarîf ji serdana Esad nehatiye agahdarkirin!

Hate ragihandin ku Wezîrê Karên Derve yê Îranê Muhammed Cevad Zarîf ji serdana Beşar El Esad a li Tehranê nehatiye agahdarkirin. Tê gotin, sedema îstîfakirina wî jî ji ber vê ye.

Di nûçeya Ajansa Nûçeyan a Xwendekaran ÎSNA’yê de berdevkê Wezareta Karên Derve Bahram Kasimî weke çavkaniya vê nûçeyê hatiye nîşandan. 

Kasimî got, "Wezareta Karên Derve ji destpêka serdanê heta dawiya wê nehatiye agahdarkirin."

Berdevkê Wezaretê got, "Yek ji sedema îstîfaya Dr. Zarîf, kêmbûna koordînasyonê ya ji bo karê wiha ye. Weke berê hatî gotin îstîfaya birêz wezîr ne ji ber bûyereke takekesî ye. Armanca wî ew e ku di pergala welêt a dîplomatîk de erka xwe bilîze."

Serokdewletê Sûriyeyê Beşar El Esad hefteya borî roja Duşemê çûbû Tehranê û serdana lîderê olî Elî Hamaney kiribû. Fermandarê Hêzên Qudsê Kasim Suleymanî jî tevlî hevdîtinê bibû. 

Îstîfaya Zarîfî ku di hedefa mihafazakarên radîkal de ye, roja çarşemê ji hêla serokkomar Hesen Rûhanî ve hatibû redkirin. Serokkomar gotibû ku "Îstifaya Zarîfî li dijî berjewendiyên Komara Îslamî ya Îranê ye. Heman rojê general Suleymanî gotibû ku Zarîfî xwedî piştgiriya Hamaney û rayedarên Îranê ye."