Zarîf: Ji bo muzakereyan DYE divê pêgirê peymana nukleerê be
Wezîrê Karê Derve yê Îranê Muhammed Cevad Zarîf got heke DYE dixwaze muzakereyan bidome divê tevlî peymana nukleerê bibe û dawî li ''terora aborî'' bîne.
Wezîrê Karê Derve yê Îranê Muhammed Cevad Zarîf got heke DYE dixwaze muzakereyan bidome divê tevlî peymana nukleerê bibe û dawî li ''terora aborî'' bîne.
Zarîf dema serdana Malezyayê ji nûçegihanan re axivî û got, ''DYE li dijî gelê Îrane şerekî aborî da destpêkirin. Heke dawî li şerê dijî Îraniyan neyê û dawî li terora aborî neyê em ê nikaribin bi DYE'yê re rûnin.''
Zarîf ameje bi peymana nukleer kir, got, dûrûdirêj bi DYE'yê re axivîne û got, ''Lihevkirinek çêbûbû. Beriya ku hêviya lihevkirinên din bibin divê pêşî vê peymanê bi cih bînin.''