YE dixwaze ji bo ambargoya çekan a Lîbyayê operasyonê bide destpêkirin

Yekîtiya Ewropayê ji bo kontrola ambargoya çekan a li dijî Lîbyayê dixwaze operasyona behrê bide destpêkirin.

Nûnerê Taybet ê Polîtîkaya Derve ya Yekîtiya Ewropayê Josep Borrel beriya civîna wezîrên karên derve daxuyaniyek da.

Borel diyar kir ku ji bo operasyona behrê hê lihevkirin nehatiye kirin. Welatên Ewropayê dixwazin di civînê de biryareke şênber were stendin. Bi kurtasî operasyona Sophîa ya ku ji bo kontrolkirina çekan di sala 2015’an de hatibû avakirin, tê xwestin ku dîsa bidin destpêkirin. Ev operasyon di sala 2019’an de hatibû sekinandin.

Borrel got ku “Li gorî min divê dîsa were destpêkirin. Em ê li ser vê meseleyê biaxivin.”

Biryar hatibû dayin ku operasyona behrê ya Sophîayê heta 31’ê Adara 2020’an were dirêjkirin. Lê a niha bi tenê ji hewayî çavdêrî tê kirin.

Rûsya, Emîrtiya Ereban a Yekgirtî, Misir, Urdunû Fransa piştgiriyê didin Hafter. Tirkiye û Katar jî piştgiriyê didin hikumeta Trablûsê. Dewleta Tirk ambargoya çekan a li ser Lîbyayê bin pê dike û çek, cebilxane, wesayîtên zirx î, komên çeteyên DAÎŞ û El Nusrayê û leşkerên xwe dişîne Lîbyayê.