Xwendekarên Fransî bi maske û kûçik daxuyanî dan çapemeniyê

Xwendekarên zanîngeha Tolbîacê yên ku polîtîkayên hikûmetê şermezar kirin û mesaja desteka li Kurdan dan, çalakiyeke balkêş kirin.

Xwendekarên zanîngeha Tolbîacê ya li Parîsê ku ketin grêvê, bi maske û kûçikekî daxuyaniyeke çapemeniyê dan. Di daxuyaniyê de sê xwendekarên bi maske hebûn û kûçikek. Xwendekar ev bi rojan e ku li zanîngehê çalakiya blokajê dikin û dixwazin politikaya çûna zanîngehê biguhere.

Xwendekarên zanîngeha Tolbîacê meclîsên xwe dane hev û biryara grêva domdar dan. Li tevahiya Fransayê jî xwendekaran grev kirin. Hikûmet dest li beşên pîşeyan dide û wiha hewl dide ku tercîhên xwedekaran biguherîne. Li gorî yasaya ketina zanîngehê ya bi navê ORE’yê, li beşekî heke hijmara cihan ji serlêdanan zêdetir be daxwazên zanîngehê dikarin werin redkirin.

Xwedenkarên zanîngehê daxuyaniyeke balkêş dan bê ka çima ew bi maske û bi kûçik in:

‘’Hûn bixêr hatîn oto-konferansa oto-medyayê ya komuna Tolbîaca Azad. Tolbîacê biryara dagirkirinê û blokaja domdar stand. Em dixwazin (Serokkomar) Macron îstîfa bike û yasaya ORE’yê paş ve were kişandin. Duh (4’ê Nîsanê) meclîsa me ya giştî desteka xwe ya ji bo Kurdan diyar kirin.’’

‘’Em çima bi maske ne? Ji ber ku em naxwazin bibin xwedî berdevk, em takekesitiya ku ji Tolbîacê xwe nîşan bide naxwazin. Daxwaza me vegotineke hevpar e.’’