Xelata profesorê Kurd nehate dîtin

Zanyarê Kurd caucher Bîrkar hêjayî Xelata Fîeldsê hatibû ku ev yek weke Nobel a Matematîkê tê naskirin. Lê belê xelata Bîrkar a ku hate dizîn hîn nehatiye dîtin.

Kongreya Matematîkvanan a Navneteweyî îsal li bajarê Rîo de Janeîro yê Brezîlyayê pêk hat û yek ji zanyarên ku hêjayî Xelata Fîelds a 2018'an hat, ji zanîngeha Cambrîdge Caucher Bîrkar bû. Caucer (Koçer) Bîrkar ê 40 salî, li bajarê Merîwan ê Rojhilatê Kurdistanê ji dayik bû û ji sala 2000'î û vir ve li Îngilîstanê dijî.

Bîrkar xelata xwe pêr bi merasîmekê wergirtibû. Lê belê xelata Bîrkar nîv saetê piştî merasîmê hate dizîn.

Bîrkar çenteyê xwe ku xelata wî jî tê de bû danî ser maseyeke li salonê, piştre pê hesiya ku xelat û telefona wî ne tê de ye. Tevî lêgerîna li salonê hate kirin jî xelata zêr a bi buhayê 3600 Euroyî nehate dîtin. Polîsên Rîo de Janeîro der barê bûyerê de dest bi lêpirsînê kir.

Polîsan piştî bûyerê çenteyê Bîrkar li ser bankeke nêzî salonê dît. Hate ragihandin ku diziya ku di kamerayên ewlekariyê de jî hatiye dîtin, bi berfirehî hatiye lêkolîn. Yekîtiya Matematîkvanên Navneteweyî li ser mijarê daxuyaniyeke nivîskî weşand.

Yekîtiyê got, "Em hêvîdar in ku xelat wê di dema herî kin de bê dîtin." Lê belê polîsên ku dîmenên kamerayan lêkolîn kirin û li derdora salonê lêgerîneke berfireh kirin, ev du roj in xelat nedîtine.