WSJ: Pentagona wê 4 batariyên fuzeyan ên xwe vekişînin
Wal Street Joûrnal (WSJ) ragihand ku Pentagon wê di mehên pêşiya me de 4 batariyên fuzeyan ên x we yên li Rojhilata Navîn vekişînin.
Wal Street Joûrnal (WSJ) ragihand ku Pentagon wê di mehên pêşiya me de 4 batariyên fuzeyan ên x we yên li Rojhilata Navîn vekişînin.
Li gorî nûçeya ku agahiyan dispêre rêveberekî yê artêşa DAY’yê, bataryayên ku çav li rê ye bê vekişandin, li Urdun, Kûwêt û Behreynê ne.
Pentagon vê gavê diyar kir ku pêşbîniyên wan ên stratejîk hatin guhertin, DYA êdî wê kapasîteya xwe ya leşkerî wê li ser Rûsya û Çînê zêde bikin dinirxînin.
Li gorî Wall Street Joûrnalê, li aliyekê Qesra Spî car zimanê xwe tuj dike, li aliyê din vekişandina sîstema parastinê hewayî ya Patrîot wê parastina îtifaqî ya li herêmê ya DYA’ê lewaz bibe.