Wezareta Karên Derve ya Swêdê bang li Sefîrê Bilind ê Îranê kir

Swêdê, ji bo tundiya ku li Îranê rejîm li xwepêşandêran dike şermezar bike bang li Sefîrê Bilind ê Îranê kir.

Rojnameya Dagens Nyheter ragihand ku Wezareta Karên Derve ya Swêdê bang li Sefîrê Bilind ê Îranê kiriye û tundiya ku li xwepêşandêran li Îranê tê kirin şermezar kiriye.

Çavkaniyê ji rojnameyê re axivî got, "Tundiya rejîmê ya li dijî xwepêşandanên aştiyane nayê qebûlkirin û ev yek ji Îraniyan re hate ragihandin."

Wezîra Karên Derve Ann Lînde piştrast kir ku bang li Sefîrê Bilind ê Îranê hatiye kirin. Lînde diyar kir ku ew ji bûyerên li Îranê diqewimin bi fikar in.

Nêzî 30 parlamenterên ji partiyên cuda jî ji bo tundiya rejîma Îranê ya li dijî xwepêşandêran şermezar bikin li pêşiya avahiya parlamentê xwepêşandanek pêk anîn.

Kurdistanî û Îraniyan jî êvara Sêşemê li meydana Sergelstorgê bi heman armancê çalakiyek kirin.