'Weşanxaneya Mezopotamya û MÎR Muzîk ne bi tenê ne'

ATİK'ê serdegirtina hêzên ewlekariyê yên Elman li ser Weşanxaneya Mezopotamyayê û MÎR Muzîkê şermezar kir.

Konfederasyona Karkerên Tirkiyeyî li Ewropayê (ATİK) li ser serdegirtina Weşanxaneya Mezopotamyayê û MÎR Muzîkê daxuyaniyeke nivîskî weşand.

Di daxuyaniyê de hate gotin, "Dixwazin nehêlin ku Kurd pirtûkê bixwînin, nehêlin ku li muzîkê guhdarî bikin" û hat destnîşan kirin ku tiştekî rasthatî nîne ku ev operasyon heman piştî hevdîtina 6'ê Adarê ya navbera wezîrên karên deve yên Elmanya û Tirkiyeyê hate kirin.

Di daxuyaniyê de hate bibîrxistin ku li Efrînê bi çekên Elman mirovên sivîl tên kuştin û banga piştevanî û geşkirina têkoşînê hate kirin.