Welatekî din jî têkiliya xwe ya bi Qatarê re birî

Xeleka dîplomatîk a li dora Qatarê fireh dibe. Senegalê Sefîrê xwe yê bilind ê li Dohayê vekişand.

Wezareta Karên Derve ya Senegalê daxuyaniyek weşand û ragihand, ku Senegal piştgiriyê dide Erebîstana Siûdî, Mîrnişînên Ereb ên Yekbûyî, Bahreyn û Misrê.

Erebîstana Sûîdî, Mirnişînên Ereb ên Yekbûyî, Yemen û Misrê, roja Duşemê dabûn xuyakirin, ku wan hemû têkiliyên xwe yên dîplomatîk ên bi Qatarê re birîne. Erebîstana Siûdî, Mirnişînên Ereb ên Yekbûyî û Bahreynê qada xwe ya hewayî jî li Qatarê girtin û ji dîplomatên Qatarê xwestin, ku di nava 48 saetan de welatên wan biterikînin.