Wekîlê Serokê Pentagonê diçe Bexdayê

Wekîlê Wezîrê Parastinê yê DYE’yê Patrîck Shanahan ji bo serdanake surprîz diçe Bexdayê ya ku paytexta Iraqê ye.

Wekîlê Wezîrê Parastinê yê DYE’yê Patrîck Shanahan piştî vekişandina leşkerên Emerîkayê ya ji Sûriyeyê, ji bo nîqaşkirina dahatûya wan a leşkerî ya li Iraqê, çû serdana Bexdayê.

Shanahan di meha Çileyê dest bi peywira xwe ya li Pentagonê kiribû û roja Sêşemê çûbû serdana Efganistanê.

Shanahan piştre jî çû Iraqê. Piştî ku serokê DYE’yê Donald Trûmp diyar kiribû ji bo çavdêriya Îranê ew dixwazin hebûna xwe ya leşkerî ya li Iraqê biparêzin, ev serdan pêk hat. Ev daxuyanî li Iraqê bûbû sedema aloziyê.

Li Iraqê eniyên nêzî Îranê jî tê de gelek alî dixwazin ku leşkerên Emerîkayê vekişin.

Ji bo diyarkirina vekişandina leşkerên Emerîkayê, pêşnûmayeke zagonan pêşkêşî meclîsê hatibû kirin. Tê diyarkirin ku ev zagon dikare bi hevkariya lîsteya Mûktada Sadr ê Şîî û bloka milîsên berê yên Îranê were qebûlkirin. Herdu lîsteyan jî li roja Duşemê daxuyaniyeke hevpar dabûn û diyar kiribûn ku divê hebûna leşkerî ya hêzên biyan ên li Iraqê divê ji nû ve were nirxandin.