Wê îmtîyaza Bazara Hevpar nedin Brîtanyayê

Yekîtiya Ewropayê (YE) xwe hazir dike ku ji yekîtiyê derkeve, tê gotin, piştî Brexîtê li dij wê ne ku Londra ji bazara hevpar sûd werbigire.

Plansaziya wê tê kirin ku hewcehiyên piştî biryara Brexîtê ya refrandûma 2016’an, 2019’an were pêkanîn, hê nehatiye çareserkirin bê ka ji bo heta 2020’an  pêvajoya derbasbûnê  Brîtanya wê ji Bazara Hevpar heta bi çi astê sûd werbigire.

Li ser daxwaza sûdwergirtina ji Bazara Hevpar a YE’yê ya hikûmeta Brîtanyayê bersiva herî zelal duh Wezîrê Karê Derve yê Elman Heîko Maas û Sermuzakerevanê YE’yê Mîchel Barnîer dan. Li Berlînê piştî hevdîtinê daxuyanî hate dayin û di daxuyaniyê de hate gotin Brîtanya piştî Brexîtê wê nikaribe ji rêgezên ku cihêkariyê tînin sûd werbigire.

Barnîer got ji bo îmtîyazên ku ji bo Norwêçê ya ku ne endamê yekîtiyê ye, ji bo Brîtanyayê jî werin naskirin, divê qebûnên YE’yê werin qebûlkirin û para xwe tevlî bûdçeya yekîtiye bike. Norwêç li gel ku ne endamê yekîtiiyê jî hemû qanûnên yekîtiyê qebûl kirine û wiha dikare sûd ji Bazara Hevpar bistîne.