Wê di 27’ê Gulanê de wesayîta fezayê ya Space X bişînin asîmanan
Di meha Gulanê de wê wesayîta taybet a fezayê Space X bişînin Îstasyona Fezayê ya Navneteweyî.
Di meha Gulanê de wê wesayîta taybet a fezayê Space X bişînin Îstasyona Fezayê ya Navneteweyî.
Hate ragihandin ku wê wesayîta fezayê ya ku mirov jî tê de ne, di 27’ê Gulanê de bişînin asîmanan. Ji sala 2011’an û vir ve wê vê wesayîta fezayê ya bi mirov bibe ya yekemîn.
Hate diyarkirin ku di wesayîta fezayê de ya bi navê ‘Dragon’ ya di bin banê NASA’yê de wê du astronot jî hebin. Vê wesayîta fezayê piştî ku ji Navenda Fezayê ya Kenneedy were firandin wê piştî 24 saetan bigihêje cihê xwe.
Taybetiyeke din a wesayîta fezayê ev e ku, fuzeya wê careke din dikare were bikaranîn. Tê payin piştî ku ev fuze hate şandin wê dîsa vegere navenda li Florîdayê.