Washîngtonê sinyal da ku destwerdanê li Venezuelayê bike

Hêzên bi ser serokdewletê Veneuzelayê Nîcolas Madûro piştî ku konvoya alîkariya mirovan asteng kir, şer derket, 2 kes hatin kuştin û 300 kes birîndar bûn. Washîngtong got, ''em ê tevbigerin''.

Muxalîfê rastgir Juan Guaîdo gelek hikûmetên Rojavayî û dewletên Emerîkaya Latîn yên bi pêşengiya DYE'yê destekê didinê, ji bo alîkariya mirovî roja Şemiyê diyar kiribû. Hêzên bi ser Madûro ve, konvoyên Emerîkî yên li ser sînorên Venezuela, Kolombiya û Brezîlyayê asteng kir. Tê gotin di konvoyan de alîkariya mirovî heye.

Guaîdo ku nêzî 50 welatî ew bi rengê 'serokê demdemî' nas kiriye, got, ''Xwecihiyên wir ku bi aştî alîkariya mirovî pêşwazî kirin, kuştin''.

Têkilî bîlançoya Şemiyê agahiyên zelal nînin lê tê gotin 2 kesên ji civaka xwecih a Pemosê yên li ser sînorên Brezilyayê hatine kuştin û nêzî 300 kesî birîndar bûne. Saziyên Venezuelayê ti bîlanço nedan

Xwecihên Pemosê Guaîdo bi rengê tekane serokê meşrû nas kiribûn.

Juan Guîdo ragihand ew ê tevlî civîna têkilî krîza Venezuelayê ya bibe, ku Duşemê ji hêla Koma  Lîma ve tê lidarxistin. Ev kom piranî dijberê Madûro ji 14 welatê Emerîkî pêk tê. Alîkarê Serokdewletê DYE'yê Mîke Pence jî di civînê de wê hazir be.

TÊKILIYA BI KOLOMBIYAYÊ RE HATE BIRÎN

Şemiyê li paytext Caracasê du xwepêşandan çêbûn, yek alîgirê muxalefetê û yek jî alîgirê Madûro. Madûro bi daxuyaniyê got, ''Min biryar da ku bi hikûmeta Kolombiya ya faşîst re têkiliya dîplomatîk bibirim. Hemû dîplomat di nav 24 saetan de divê ji Venezuelayê derkevin.''

60 LEŞKER JI ARTÊŞA VENEZUELAYÊ REVIYAN

Ji ber tevgera li ser sînor gelek leşker ji artêşa Venezuealayê direvin. Li gorî rayedarên Kolombiyayî Şemiyê yek jê efser 60 leşker ji artêşa Venezuelayê reviyan û daxwaza îltîcayê kirin. Guaîdo bang li hêzên leşkerî kir ku tevlî wî bibin, leşkerên ku de ji Madûro biqerin wê werin efûkirin.

DYE: DEMA TEVGERÊ YE

Wezareta Karê  Derve ya DYE'yê daxuyaniyek da, ragihand, ji bo ku destekê bidin muxalefeta Venezuelayê Washîngton wê 'tevbigere''. Wezîrê Karê Derve got, ''DYE li Venezuelayê li dijî yên ku li pêşberî avakirina demokrasiyê ya bi rengê aştiyê disekinin, wê tevbigere. Niha dema wê ye ku ji bo ku hewcehiyên gelê Venezuelayê yê bêhêvî werin destekkirin,  em tevbigerin.''