Von der Leyen: Em dixwazin peymana Dûblînê betal bikin

Seroka Komîsyona Yekîtiya Ewropayê Ursula Von Der Leyen diyar kir ku ew ê peymana Dûblînê ya li ser penaberên wê werin Ewropayê betal bikin.

Seroka Komîsyona Yekîtiya Ewropayê Ursula Von Der Leyen di 23’ê Îlonê de li Parlementoya Ewropayê de wê pêşniyaza xwe ya derbarê reformên di polîtîkayên koçberan pêşkêş bike. Leyen diyar kir ku ew dixwazin peymana Dûblînê ya derbarê koçberên tên Ewropayê betal bikin. Di vê peymanê de koçber dişandin welatê yekemîn. Leyen got: “Wê mekanîznameyeke cihê têkeve şûna vê peymanê.”

Li gorî peymana Dûblînê kesek dema ji welatên endamên Yekîtiya Ewropayê dikeve sînorên Yekîtiya Ewropayê, yan jî li welatekî din daxwaza îltîcayê dike, derbarê vegerandina koçberan a ber bi welatê pêşîn biryar dida.

Li gorî vê rewşê welatên wekî Yewnanistan, Îtalya û Malta yên ku penaber berê tên van welatan rewşa wan ne wekî welatên din ên endamên Yekîtiya Ewropayê ne.

Komîsyon wê di 23’ê Îlonê de derbarê reformên li ser polîtîkaya koçberan pêşniyazê bike.