Vîrûsa Zîka piştî mûtasyonê xetere bûye

Li gorî kovara Amerîkan Scîence, vîrûsa Zîka di nava 4 salên dawî de gefê li pitikan dixwe.

Li gorî lêkolîneke li kovara Amerîkan Scîence hate weşandin, vîrûsa Zîka ku berî 70 salan hate tespîtkirin, di nava 4 salên dawî de ji bo pitikan xetere bûye.

Di lêkolînê de hate ragihandin, ku vîrûsa navborî cara pêşî di sala 1947'an de li Ûgandayê li meymûnekê hatiye tespîtkirin û sala 2013'an piştî mûtasyonê veguheriye rewşeke xetere. Li gorî vê teoriyê, vîrûsa Zîka ji ber mûtasyona li proteîneke bi navê 'pRM' veguheriyeke rewşeke kujer ji bo mejiyê mirovan û heywanan.

Di dewama daxuyaniyê de hat ragihandin, vîrûsa Zîka di navbera salên 2010-2016'an de gelek caran guheriye û hat gotin, mûtasyona proteîna 'pRM' veguheriye nexweşiyeke şewbê.

Vîrûsa Zîka, ku cara pêşî di sala 1947'an de hate tepsîtkirin, ji salên 1970'î û pê ve li welatên Afrîka û Asyayê rê li ber enfeksiyonê vekiribû. Zîka ji sala 2007'an û pê ve veguherî şewbê û di sala 2015'an de veguherî rewşeke pandemîk.