Venezûela: Em ê dest ji Meclîsa Damezrîner bernedin

Rêveberiya Venezûelayê nerazîbûn nîşanî daxuyaniya DYA da, ku gotibû 'Eger Venezûela dest ji nêrîna Meclîsa Damezrîner bernede wê danekirinên aborî yên giran bên kirin'. Rêveberiyê ragihand, ku wê ti carî dest ji projeyên xwe bernede.

Wezîrê Karên Derve Samûel Moncada diyar kir, projeya Meclîsa Damezrîner dwam dike û ti tişt wê nikaribe pêşî li vê bigire. Moncada destnîşan kir, ku gel azad e. Moncada îdîa kir ku helwesta DYA ya li dijî wan 'gefeke împaratoriya dijminane û nîjadperest e' û anî ziman, ku gelê Venezûelayê wê di nava yekîtiyê de bersiva vê bide.

Serokê DYA Donald Trûmp nerazîbûneke tund nîşanî destpêkirina projeya Meclîsa Damezrîner dabû, ku li ser daxwaza îstifayê ya mûxalefetê Nîcolas Madûro xistibû rojevê. Trûmp li ber vê meclîsa ku wê 30'ê Tîrmehê bi awayekî fermî dest bi kar bike rabû û hişyarî dabû ku eger dest ji vê neyê berdan wê tedbîrên giran û bi lez ên aboriyê bên girtin.

Trûmp, Madûro weke 'rêveberekî nebaş ê ku dixwaze bibe dîktator' bi nav kir û bang kir ku li Venezûelayê hilbijartineke azad û wekhev bê kirin.

Partiyên rastgir ên li dijî projeya Meclîsa Damezrîner a Madûro yê sosyalîst derdikevin, hefteya bihurî ji bo betalkirina vê projeyê dengdaneke gel a sembolîk kiribûn. Di vê dengdanê de 7,6 mîlyon ji 19 mîlyonan li dijî Meclîsa Damezrîner deng da bûn.

Mûxalefetê îdîa kiribû ku dengdan 'serketî' ye û ji bo sibe banga greva giştî ya ji bo 24 saetan kiribû.