Vê hefteya pêş li Emanê civîna Misir, Urdun û Iraqê li dar bikeve

Şahê Urdunê Ebdulah Elsanî û Serok Komarê Misrê Evdulfetah Elsîsî û Serokwezîrê Iraqê Mustefa Elkazimî vê di hefteya bê de ji bo gotbêjkirina hevkariya aborî û pêşketina rewşên herêmê vê li Emanê civînekê li dar bixin.

Dadgeha Şahê Urdunê tekez kir: “Ev civîna ku cara sêyemîn e tê lidarxistin, wê li ser xurtkirina hevkariya aborî, bazirganî û sermayeguzarî ya di navbera her sê dewletan de û her wiha gotûbêjkirina pirsgirêkên herêmê bê lidarxistin.”

Her wiha amaje kir ku yekemîn civîn di Adara 2019’an de li Qahîreyê hatibû lidarxistin û pey re jî par di meha Îlonê de civîneke din a sê alî li Newyorkê pêk hat.

Serokwezîrê Iraqê Mustefa Elkazimî jî bi civîneke çapemeniyê da xuyakirin ku di nava heftiya bê de wê serdana Urdunê bike.

Kazimî her wiha da zanîn: “Serdan wê temambûyînek be ji bo gotûbêjên Iraq, Misir û Urdunê ku di serdema desthilatdariya borî de li Qahîreyê destpê kiribû. Li wê derê vê hevdîtineke sê alî di navbera Şah Ebdulah Elsanî, Serokê Misrê Ebdilelftah Elsîsî û Serokwezîrê Iraqê pêk bê.”