Valle: Hemû politikaya Tirkiyê li ser dijminatiya li Kurdan e

Pisporê Fransiz-Italya Alexandre del Valle got tekane xeta Tirkiyê li ser dijminatiya li Kurdan ava bûye û hemû stratejiya wê ev e.

Pisporê Rojhilata Navîn û jeopolitik, şêwirmend û nivîskar Alexandre del Valle analîza stratejiya Serokkomarê Tirk Recep Tayyîp Erdogan kir.

TEKANA XETA ERDOGAN ŞERÊ DIJÎ KURDAN E

Valle ji serwîsa Fransî ya Sputnîkê re axivî û li ser pirsa di rewşeke wiha de ku di şerê Sûriyê de bloka DYA’yê û Rûsya rûxiyaye politikaya reel a Tirkiyê çiye, Valle got: ‘’ Tirkiyeya Erdogan bi giştî li Tirkiyê bi cih dibe. Mirov dikare wiha bibêje: tekana xeta ku Erdogan rê ve dibe têkoşîna dijî Kurdan e. Ya ku hemû jeopolîtîka netewperest a Tirkiyê rê ve dibe. Erdogan vê geştir dike û bi çarçoweya soft-powerê karta Îslamîparêziyê jî dilîze. Lê bi dirûtiyekê, ji ber ku dema ku li hesabê wî neye di têkoşîna dijî Kurdan de Îslamiyan jî dike qurban. Rewşa li Tirkiyê wiha dikare were gotin. Li Sûriyê berjewendiyên Rûs û Tirkan ne yek in lê armanca wî ya sereke dijminatiya li Kurdan e. Dema ku Rûsan Kurd hiştin û di serî de Firatê qerta spî şanî Tirkan kirî Erdogan di ber vê de di serî de li Helebê li Gutayê pişta xwe da hinek îslamiyan jî. Ev bazarek e. Tirkiye li dehma Rûsyayê encama jeopolîtîkaya wê ya li Sûriyê û Iraqêji hêla têkoşîna Kurdistana otonom an jî cihê ve tê rêvebirin.’’

Valle got politikaya Rûsyayê ya li Rojhilata Navîn li ser polîtîkayên Erdogan ava dibe û got ,’’Ji ber ku Tirkiye endamekî xurt ê NATO’yê ye û her çendî Tirkiye di pratîkê de li gelek eniyan bi Rojavayiyan re bûbe dijmin jî hêmaneke navendî ya NATO’yê ye û kesek naxwaze ku xwe ji Tirkiyê bike, kes ne hazir e ku Tirkiyê ji NATO’yê derxîne.

Valle ji vê hêlê ve stratejiya Rojavajiyayan a li Sûriyê û Rojhilata Navîn wiha vegot: Ev ne li ser berjewendiyên neteweyên Rojavayî ava bûye, ne bi berevaniya nirxên şaristaniya Rojavayî  ye jî û ne bi berevaniya Xiristiyanên Rojhilatî jî. Bi qutebirî li Sûriyê bi rastî stratejiyeke Fransayê tine.’’

KARTA NATO Û RÛSYAYÊ YA TIRKIYÊ

Li ser pirsa ku Tirkiye di navbeyna DY A’yê û Rûsyayê de li ser  du tabloyan dilîze Valle got: ‘’Bê şik û guman…Nikare tenê bi ser deverekê ve be. Zîrektiya Erdogan ew e ku xwe ji bo NATO’yê bike rewşeke wiha ku dev jê neye berdan û bêyî ku helwesteke zêde were nişandan li Yewnanîstan an jî Qibrisê bi gefan bixwaze hêza xwe ku dikare ziyanê bide nîşan bide. NATO bi fikara ku Tirkiye wê ji dest biçe naxwaze  helwesteke tund nîşan bide. Tirkiye jî bi karta Rûs dilîze. Armanc ew e ku xwe bidiyê aliyê ku zêdetir parê bidiyê û her dua liyan hêdî hêdî bitewîne. Rûs hazir in ku gelek tawîzan bi dest Tirkan ve berdin ji ber ku bi vî rengî Rûsya xwe ji dorpêçbûnê xilas dike. Naxwe Tirk ku bi aliyê wan ve biçin ev ê ji bo wan pir baş be. Divê neye jibîrkirin di dema şerê sar de ji bo ku Rûsya nikaribe xwe bi zeryaya germ de berde peywira kelehê didît. Rûsya dixwaze Tirkiyê bîne dijî NATO û Tirkiye ji bo ku ji Rojavayiyan zêdetir tiştan bistîne şantaja Rûsyayê bi kar tîne. Bi qutebirî Tirkiye ji bo ku zêdetir tiştan bi dest bixe bi karta Rûsya û NATO’yê dilîze.

TIRKIYE DEWLETEKE EMPERYALÎST E, BI RÛSYAYÊ RE NE XWEDÎ HEMAN STRATEJIYÊ YE

Valle got Tirkiye li bara azweriyên emperyalist ên Rojavayiyan bi Rûsyayê re mirov nikare bêxe heman mêzînê û got: ‘’Na mixabin, Tirkiye tenê dema ku bi berjewendiya wê be dijberiya Rojava dike, dema ku ne li hesabê wê be bi karta berevaniya Misilmanên mexdûrê emperyalîzma Rojavayî radibe. Lê Tirkiye bi kêmanî bi qasî Rojava emperyalist e: Mewziyên Kurdan bombe dike, Iraqê bombe dike, li Sûriyê Kurdên ku dijî DAÎŞ’ê şer dikin bombe dike. Tirkiye qada zeryayî ya Qibrisê û berjewendiyên wê binpê kir ji bo keştiya şîrketa gaz û petrole ya Italyan a bi hevkariya Total (Fransiz) asten bike keştiye leşkerî şand. Tirkiye gef li dostê Rûsyayê Yewnanîstanê xwaer ku giravên Zeryaya Egeyê dagir bike. Naxwe, bi ti awayî ji dema ku nêzîkî Pûtîn bûye, mirov nikare bibêje bi  Rûsyayê re xwedî heman stratejiye ye… Tirkiye dewleteke emperyalist e ku li gelek welatên Ereb û Balkanan tevgerên cihêkar ên alîgirên Tirk destek dike û bi kêmanî gef li du welatên Yekîtiya Ewropa xwariye. Ji hêla Rûsyayê ve ev ne wiha ye.’’

TIFAQA RÛS Û TIRKAN, TAKTÎKÎ Û JI BO DEMEKÊ YE

Valle got, ‘’Divê mirov tifaqa Tirk û Rûsan romanîze bike, tifaqeke taktîk e û li gorî min li ser Real polîtîkê ava bûye û bi teqezî ne li ser nirxên hevpar e.’’

Li ser pirsa ku Tirkiye tevdanê dike û dixwaze li Rojhilata Navîn hêza xwe zêde bike got ,’’Helbet. Hemû politikaya Erdogan ev e; ‘’Min bigirin an na ez ê her tiştî hilweşînim.’’

ÊRÎŞA SER EFRÎNÊ BI KÊRÎ DAÎŞ’Ê HAT

Valle şantaja  penaberan a Erdogan a li dijî YE’yê bi bîr xist û got: ‘’Tirkiye li herêmê dewleta herî şerxewaz e. Şerê li Efrînê yê dijî Kurdan kir ku eniya dijî DAÎŞ’ê ya li başûrê Sûriyê ji bo ku malbata xwe biparêzin ber bi rojavayê bakur ve şemitand. Ev jî bi rengekî objektif bikêrî DAÎŞ’ê hat û bû sedemek ku DYA yekîneyên xwe nekişîne. Ez bawer nakim ku destwerdana Tirkiyê wê bike ku Rojavayî ji Sûriyê vekişin û şer siviktir dibe. Berevajî şer geştir dike û zêdetir ber bi şer ve dişemite.’’

KÎ ZÊDETIR BIDE TIRKIYÊ TIRKIYE XIZMETÊ JI WÊ RE DIKE

Valle got ji bo Erdogan hevsenga hêzan carinan bi ‘destwerdana leşkerî’ û beriya her tiştî ‘dîplomatîk’ e û li ser politikaya  Tirkiyê got: ‘’Tirkiye dewleteke navendî ya Avrasya û Behra Spî ye. Dibêje, ‘’Kî zêdetir bide ez ê xizmetê ji wan re bikim. Dibêje, heke Rojava pişta xwe nede Kurdan, bi desteka li Kurdan ziyanê li berjewendiya Tirkan bike ez ê li dijî Rojava hevalbendiyê bikim. Lê ku welatên Rojavayî tawîzên ku dixwazim bide ez  dikarim vegerim. Ev pragmatîzmeke mezin e û vê gavê ev strateji bikêr tê. Ne neçar e ku baskekî hilbijêre. Bi her du baskan dilîze.’’