UNICEF: Boko Haram 1000 zarok revand, 1400 dibistan îmha kirin

Fona Alîkariyê ya Zarokan a Neteweyên Yekbûyî (UNICEF) ragihand ku li Nîjeryayê Boko Haram ji sala 2013’an ve zêdetirî hezar zarok revandiye.

Midûrê UNICEF yê Nîjeryayê Mûhammed Malîck Fall wiha got; “Zarokên li bakurê rojhilatê Nîjeryayê dibin hedefa êrîşan.”

Lêgerîna UNICEF ya têkildarî zarokan, di 4’emîn salvegera revandina 276 zarokên li bajarê Chîbokê hate weşandin.

UNICEF’ê diyar kir ku ji sala 2013’an ve zêdetirî 1000 zarok hatine revandin, 2 hezar 295 mamoste hatine kuştin û zêdetriî 1400 dibistan hatine îmha kirin.

Boko Haram a ku di zimanê xwecihî yê Nîjeryayê de tê wateya “perwerdeya rojava guneh e” bê navber dibistanan dike hedef. Ev kom piştî derkeina 2009’an girêdanbûna xwe ya bi çeteyên DAIŞ’ê re îlan kirîbû.

Ji şerê sala 2009’an yê bi vê komê re herî kêm 20 hezar mirovan jiyana xwe ji dest daye.