UETD ji du aliyan re sîxuriyê dike

UETD a li Swêdê, hem mûxalîf û dijberên rejîmê yên li Swêdê ji dewleta Tirk re radigihîne, hem jî piştî hewldana darbeyê ya 15'ê Tîrmehê mirovên ji Tirkiyeyê reviyane Swêdê, îxbara wan li cem polîsên Swêdê dike.

Beriya niha bi çend rojan, dengê Serokê rêxistina sîxurî û lobî ya AKP'ê UETD a Swêdê Ozer Eken ji aliyê Radyoya Dewletê ya Swêdê (Sr) ve hatibû weşandin, ku ji vî dengî dihat fêhmkirin, Eken bi şantaj û gefê zexta sîxuriyê li karsazekî dike. Her wiha Eken eşkere dikir, ku têkiliya wî yekser bi Serokkomar Erdogan û Serokwezîr Yildirim heye û agahiyên bi dest dixe, ji wan re radigihîne.

EKEN JI BO DU ALIYAN SÎXURIYÊ DIKE

Rastiyên ku piştre derketin holê nîşan da, ku Ozer ne tenê ji bo dewleta Tirk sîxuriyê dike. Di heman demê de sîxuriyê ji polîsên Swêdê re jî dike.

Ekot, ku karê sîxuriyê yê UETD ê li Swêdê lêkolîn dike, ji bo agahiyê li ser qeyda navborî ya telefonê bigire, bi Ozer Eken û Sabrî Karadag re axivî û li ser karê sîxuriyê yê UETD çend pirs ji wan kir.

Qeyda deng bi Eken da guhdarî kirin, lê Eken înkar kir ku yê bi telefonê axiviye ne ew e. Eken îdîa kir, ku ew ne mafya ye, tenê ji bo armanca îdeal dixeite û ew ê destûrê nede UETD karekî sîxuriyê bike.

UETD, CIHÊ KESÊN JI TIRKIYEYÊ HATINE, TESPÎT DIKE

Eken dema bersivê dide nûçegihanê Ekotê, ji bo xwe mafdar nîşan bide dibêje, ew ne koçberên li Swêdê dijîn, kesên piştî hewldana darbeyê ya 15'ê Tîrmehê ji Tirkiyeyê hatine Swêdê tespît û qeyd dikin. Eken li xwe mikur hat û got, "Li gorî hejmarên fermî 180 kes hatin. Lê ez dizanim ku 400 kes hatine. Dizanim ku li mizgeft û otelan dimînin. 400 kesên li Malmo, Stockholm û Goteborgê dijîn, serlêdana penaberiyê nekirine. Hin ji van kesên payebilind û veşartî ne. Xwe eşkere nakin. Niha xwe vedişêrin... Em tespîta van dikin."

'BI POLÎSAN RE HEVDÎTINÊ DIKIM'

Eken ji bo sîxuriya xwe ya bi dewleta Tirk re veşêre got, "Me ev tespît kir. Me ev agahî, ji ber ku li Swêdê dijîn, ji polîsên Swêdê re ragihand. Ez carna bi polîsan re rûdinêm û ji wan re dibêjim ku ev li welêt bi rengekî derveyî qanûnan dimînin. Eger li Tirkiyeyê bijiyam, min ê ev ji meqamên Tirk re bigota."

Piştî ku qeyda dengê wî hat weşandin û medya Swêdê cihekî berfireh jê re veqetand, Eken kete nava panîkê. Lewma der barê qeyda deng de daxuyaniyên hev nagirin, dide. Di destpêkê de got, kesê bi telefonê axiviye ne ew e, piştî rojekê jî got, ew e. Lê belê îdîa kir, ku Radyoya Dewletê ya Swêdê qeyda deng montaj û manîpule kiriye.

Radyoya Dewletê ya Swêdê jî ragihand, îdîayên Eken bêbingeh in û temamiya qeyda deng bi wan re ye.

Radyoya Dewletê ya Swêdê niha amadekariyan dike ku temamiya qeyda deng a Eken biweşîne.

Der barê vî karê sîxuriyê de me ji Sekreterê Polîsê Ewlekariya Swêdê (Sapo) Johanna Mahlen pirsîn ku wê lêpirsîn were destpêkirin an na. Mahlen diyar kir ku qeyda li radyoyê hat weşandin ji bo wan cihê fikaran e, lê belê ji ber nepenîtiyê ew nikare der barê mijarê de daxuyaniyê bide.