Trûmp: Wê xala 5’an a NATO’yê bê bikaranîn

Serokdewletê DYE’yê Donald Trûmp got welatê wî di nav çarçoweya endamtiya NATO’yê de xala 5’an a yekîtiyê bi teqezî wê bê bikaranîn.

Serokdewletê Dewletên Yekbûyî yê Emrîkayê (DYE) piştî serdana xwe ya li Serokkomarê Romanyayê Klaus Lohannîs daxuyaniyek da çapemeniyê û got, heke êrîşek bi ser endamên NATO’yê de were ew ê pabendê wê xalê bin ku alîkariya leşkerî di nav xwe ve vedihewîne.

Trûmp diyar kir welatê wî ‘bi temamî angaje’yî xala 5’an a peyama damezirînê ya NATO’yê ye û got welatî wî bi ‘’mebesta parastinê’’ li Ewropaya Rojhilat e.

Trûmp got ji bo ku NATO bibe hêzeke mezin divê ‘lêçûnên hewce yên leşkerî’ hebin û got di rewşeke wiha ya êrîşê de DYE wê xala 5’an sazkar bike.

Beşek ji yekîneyên leşkerî yên ku bi navê NATO ji bo Rojhilatê Ewropayê hate şandin û hate gotin bi mebesta ku Rûsya zêdegaviyan neke li Romanyayê hatibûne bicihkirin. Trûmp her wiha dixwaze endamên NATO 2 ji sedî yê hatine divê ji bo lêçûnên berevaniyê terxan bikin.