Trûmp: Piştî 20’ê Çileyê wê li NY’yê rewş cuda be
Di dengdanê de ji ber sedema ku DYA, mafê wê yê vetorkirinê hebû jî, bêalî ma, li dijî Îsraîlê ya li Şerîa ya Rojava, pêşnûmeya ku qonaxeke cidî bû hate qebûlkirin.
Di dengdanê de ji ber sedema ku DYA, mafê wê yê vetorkirinê hebû jî, bêalî ma, li dijî Îsraîlê ya li Şerîa ya Rojava, pêşnûmeya ku qonaxeke cidî bû hate qebûlkirin.
Di dengdana Konseya Ewlekariyê ya Neteweyên Yekbûyî de (KENY) dengên, biryara ku divê Îsraîl ji xaka Filîstînê ya dagirkirî ya li derveyî zagonan ”Di cih de û bi temamî’’ bisekinîne, hê jî didome.
Heta niha di dengdana dijî Îsraîlê de DYA (Dewletên Yekbûyî yê Amarîka) tim dengê ‘na’ dide, cara pêşî ye ku bêalî dimîne. Dengdan ji bo Filîstînê weke serketinekê hate dîtin û Îsraîl bi helwesta xwe ya tund a li dijî welatan bû rojev. Lê hewaya ku pêşnûmeya ji bo Filîstînê û alîgirê çareseriya du dewletî afirandî, bi sînyalên ku piştî 20’ê Çileyê ku Donald Trûmp hate ser kar wê biguhere, guherî jî.
LI GORÎ ÎSRAÎLÊ BIRYAR ‘HETÎKETÎ’ YE
Berteka Îsraîlê ya li dijî qebûlkirina pêşnûmeyê pir tund bû. Îsraîl qebûlkirina pêşnûmeyê weke ‘’hetîketî’ye bi nav kir û helwesteke tund li dijî DYA’yê nîşan da. Di daxuyaniya aresteyî rêveberiya DYA’yê de, hate bibîrxistin ku Rêveberiya Demokratan 20’ê Çileyê wê peywirê dewerî rêveberiya Komarparazan Donald Trûmp bikin û wiha hate gotin: “Dewleta Îsraîlê bi mebesta ku ev pêşnûme were notralîzekirin, bi bêsebrî li bendê ye ku bi Serokê hilbijartî Donald Trûmp û Komarparêzn Kongreyê û dostên me yên Demokrat re bixebite’’
PIŞTÎ 20’Ê ÇILEyê WÊ HELWESTA DYA’YÊ BIGUHERE
Lê ji ber ku rêveberiya DYA’yê bêalî ma, li gel ku Îsraîl bertek nîşan da jî, tê teqezkirin ku di mijara Filîstînê de, bi Donald Trûmp re wê polîtîkaya berê sazkar bibe.
Trûmp piştî dengdanê li ser hesabê xwe yê twîtterê ev tişt got: ‘’Piştî 20’ê Çileyê wê li Neteweyên Yekbûyî (NY) rewş biguhere.’’ Trûmp bi van gotinên xwe hewl da ku helwesta Îsraîlê kêm bike û polîtîkayên wî, wê ji yên Obama cudatir bin.