Trûmp guşarên nû yên ‘gumrikê’ li Tirkiyeyê kir!

Serok Dewletê DYA’yê Donald Trûmp, baca ku ji gumrikan ji alimînyom û pola yên ji Tirkiyeyê dihatin kirîn du qat zêde kir.

Li gorî daxuyaniya Serokê DYA’yê ya li ser Twîtterê parvekirî, hate destnîşankirin ku baca alimînyom û pola yên ku ji Tirkiyeyê tên kirîn du qat zêde kiriye.

Trûmp di peyama xwe de wiha dibêje: “Lîreyê Tirkiyeyê li pêşberî dolarê me yê bi hêz her ku diçe nirx winda dike, min du qat zêdekirina baca gumrikê ya pola û alimînyoma ku ji Tirkiyeyê tê kirîn, pejirandiye. Li gorî vê ji bo alimînyom ji sedî 20, pola jî ji sedî 50 ye. Têkiliyên me di vê demê de bi Tirkiyeyê re nebaş in!”

Piştî peyama Trûmp û şûnde, lîreyê Tirkiye nirxê xwe winda dike. Lîreyê Tirkiye li hember dolar, eûro û sterlîn rekorên nû dişkîne.

Dolar bûye 6,38 TL, eûro jî bûye 7,31 TL û her wiha sterlîn jî bûye 8 TL

Rêveberiya DYA’yê, ji beriya niha guşar li ser du wezîrên Tirkiyeyê kiribûn. Dîsa Kongreyê jî firotina F-35’an rawestandibû.