Tevî FPO jî wê Awûstûrya têkiliyên bi Îsraîlê re 'xurtir bike'

Serokwezîrê nû yê Awûstûryayê Sebatîan Kûrz, li gel koalîsyona FPO ya nîjadperest ku sala 2000'î rê li ber qutbûna têkiliyan vekir, da xuyakirin ku ew dixwazin têkiliyên xwe yên bi Îsraîlê re 'xurtir' bikin.

Hikumeta koalîsyonê ya Partiya Gel a Awûstûryayê (OVP) a bi lîderiya Sebatîan Kûrz û Partiya Gel a Awûstûryayê (FPO) a rastgiriya tund, roja Duşemê dest bi kar kiribû.

Serokwezîrê nû Kûrz, tevî ku bi FPO re koalîsyon kir jî da xuyakirin ku ew dixwazin têkiliyên xwe yên bi Îsraîlê re xurtir bikin. Kûrz, tevî ku Wezareta Karên Derve radestî partiya nîjadperest kir jî, îdîa kir ku ew plan dikin ku têkiliyên bi Îsraîlê re xurtir bikin.

Kûrz bal kişand ser bernameya koalîsyona bi FPO re û destnîşan kir ku di bernameyê de bi awayekî vekirî tê destnîşankirin ku wê têkiliyên dualî yên bi Îsraîlê re bên xurtkirin.

Bi FPO re ku rastgiriya tund e û bi dijberiya xwe ya li biyaniyan û Yahûdiyan tê naskirin, sala 2000'î koalîsyon hatibû avakirin. Wê wextê Jorg Haîder serkêşê FPO bû ku bi nêrîna xwe ya nêzî Elmanya Nazî dihate naskirin. Îsraîlê desthilatdarbûna FPO protesto kir û biryar da ku têkiliyên xwe yên bi Awûstûryayê re bisekinîne.

Di hikumeta nû de 6 wezaretên girtîn ku wezaretên karên hundir, parastin û karên derve jî di nav de ne, radestî FPO hatine kirin. 7 wezaretên din jî di destê OVP de ye ku di hilbijartinê de weke partiya yekemîn bi ser ket.