Teleskopa nû ya NASA'yê dest bi vedîtina gerstêrkên nû dike

Ajansa Fezayî ya Amerîkayê (NASA), ji bo gerstêrkên ku jiyan lê heye tespît bike, teleskopa xwe ya nû dixe nava liv û tevgerê.

Çav li rê ye, teleskopa bi navê "Transiting Exoplanet Survey Satellite (TESS)" şeva Duşemê bi saeta Ewropayê nîvê şevê ji Florida ber bi fezayê ve bê firandin.

Teleskopa nû wê di nava du salên bê de zêdeyî 200 hezar stêrkên dibirîqînin ên li derveyî Sîstema Rojê lêkolîn bike. Wezîfeya wê ew e ku gerstêrkên jiyan lê heye tespît bike.

Kepler ku teleskopa destpêkê ya vî karî ye, sala 2009'an hatibû firandin. Li gorî NASA'yê TESS wê karibe 20 hezar gerstêrkên li derveyî sîstema rojê keşf bike ku 50 ji van bi qasî cîhanê mezin in û 500 jî bi du qatan ji cîhanê mezintir in.

Teleskpa Keplerê 2 hezar û 300 gerstêrkên nû yên li derveyî rojê keşf kiribû. Keşfên hatin kirin bi teleskopên din jî hatin piştrastkirin. Kapasîteya TESS'ê heye ku qadeke bi 350 qatî ji ya Keplerê firehtir lêkolîn bike.

Qonaxa din jî wê sala 2020'î dest pê bike. Li şûna teleskopa Hubbleyê wê teleskopeke nû ya bi navê "James Webb Space Telescope" bê şandin. Tê payin ku ev teleskop jî tespît bike ku li gerdûnê em bi tenê ne yan na.