Tehranê daxwaza hevdîtina Pompeo red kir

 Şêwîrmendê lîderê olî yê Îranê Alî Hamaney, Alî Akber Velateyî got wê di navbera rêveberên Îran û Amerîkayê de hevdîtin çênebe.

 Wezîrê Karê Derve yê DYA Mîke Pompeo roja Yekşemê daxuyanî dabû û qala hevdîtina bi rayedarên Îranî re kiribû.

Li gorî ajansa nûçeyan a Îrna Alî Akber Velayetî pêşniyara hevdîtinê red kiriye û wiha got; “Wê tu caran xew û xeyalên Trûmp û Pompeo pêk neyên.”

Aloziya di navbera Îran û DYA’yê de di mehên dawî de kûr dibe. DYA di meha Gulanê de peymana nukleerî ya bi Îranê re yekalî betal kiribû.

Rejîma Îranê di êrîşa roja Şemiyê ya li bajarê Ahvaz ya dema derbasbûna leşkerên Îranê de welatên Ereb yên ku DYA destekê dide wan sûcdar kiribû.

Mîke Pompeo di hevpeyvînekî bi qenala televîzyonê Fox News re gotibû tû têkiliya DYA bi êrîşê re nîne û wiha got; “Eger bûyerekî ewlehiyê li mala we çêbibe û hûn kesên din sûcdar bikin ev şaşiyekî mezin e.”