Tecrîd li Torîno, Hambûrg û Toulouseyê hate protestokirin

Li bajarê Hambûrg ê Elmanyayê, li bajarên Torîno û Pînerola ên Îtalyayê û li bajarê  Toulouse yê Fransayê tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hate protestokirin.

Roja şemiyê ji bo şermezarkirina komploya 9’ê Cotmehê û tecrîda li ser Ocalan Kurd û dostên xwe li bajarê Hambûrg ê Elmanyayê mîtîngek lidar xistin. Di mîtîngê de li ser navê meclîsa jinan a Rojbînê danezanek hate xwedin û hat diyarkirin, “Di kesayetiya Ocalan de hewl didin vîna tevahiya gelê Kurd dîl bigirin. Lewre heta Rêberê me azad nebe em ê têkoşîna xwe bidomînin.”

Endamê Komîteya dostaniya Bi Kurdan re Robert Jaroway diyar kir ku Ocalan ne tenê hêvaiya gelê Kurd e, ya tevahiya bindestan e.

Di mîtîngê de, KNK jî di nav de, danezana hevpar a 20 sazî û rêxistinan hat xwendin. Danezan berdevkê KNK’ê Serhat Çetînkaya xwendin û bal kişand tecrîda li ser Ocalan.

Li bajarên Torîno û Pînerola yên Îtalyayê bi heman mebestê çalakî hat lidarxistin. Dîsa Kurd û dostên xwe bi awayekî girseyî tevlî çalakiyê bûn. Nivîskar Devide Grasso jî tevlî çalakiyê bû û tecrîda li ser Ocalan şermezar kir.

Dîsa bi heman awayî li bajarê Pinerolayê çalakiyek hat lidarxistin û welatibûna rûmetê ji Ocalan re hat dayîn.

Li bajarê Toulouse yê Fransayê jî komplo û tecrîda li ser Ocalan bi mîtîngekê hat şermezarkirin. Mîtîng li qada Jeanne d’Arcê pêk hat. Rêxistinên weke partiya Antî-Kapîtalîst NPA, Sendikaya Solidaire 31 û rêxistina Riya karkerên Komunîst Marksîst Lenînîst  jî piştgirî dan çalakiyê.