Talîbanan pêşniyara hikûmetê ya agirbesta ji bo Remezanê red kir

Serokkomarê Efganistanê Eşref Ganî ji bo meha Remezanê pêşniyara agirbestekê ji tevgera Talîbanan kir. Telîbanan jî ev pêşniyar red kir.

Ji berdevkên tevgera Talîbanan Sûheyl Şahîn got: “Di demekê de ji ber şewba koronayê jiyana bi hezaran girtiyan di xeteriyê de ye, xwestina agirbestekê ne hiş û ne jî baweriyê dide mirov.” hikûmet bi astengiya li pêşiya pêvajoya aştiyê sûcdar kir.

Ji ber nelihevkirinên di mijara guhertina girtiyan de demên dawî de aliyên di navbera hikûmet û Talîbanan de zêdetir bûye. Li borî peymanê diviya bû hikûmet 5 hezar girtiyên Talîbanan berdaban û Talîbanan jî li pêşberî vê jî 1 hezar leşker û polîsên Efganî wê berde.

Rêbeberiya Kabîlê heta niha çend sed girtiyên Talîban berane, Talîbanan jî bi dehan kes berdane.

Serokkomarê Efganistanê Eşref Ganî ji ber meha Remezanê bang li Talîbanan kir û tavahî meha Remzanê daxwaza agirbestekê kir.

Ganî di nava salan de çend caran daxwazên wiha kirine, herî dawî Hezîrana 2018’an bi boneya Cejna Qûrbanê agirbestekî bi qasî 3 rojan hatibû qebûlkirin.

Her wiha Talîbanan jî ji ber peymana DYE’yê ji 22’yê Sibatê heta 2’yê Adarê agirbestekî 9 rojî erêkiribû.