Talîban êrîş bire ser qereqolê:40 kuştî

Talîban li bakurê Efganîstanê êrîşe bire ser qereqolê, bi kêmanî 40 polîs û leşker hatin kuştin.

Rayedarên xwecih diyar kirin Talîbanan li Baglanê êrîş birin ser qereqoleke hêzên Efgan. Li gorî Reutersê di encama êrîşê de ji 40’î zêdetir polîs û leşker hatin kuştin.

Wezareta Berevaniyê hê di daxuyanî nedaye. Rayedarên xwecih diyar kirin ên kuştî 9 jê polîs in û 35 jê leşker in.

Van rojên dawî Talîbanan çalakiyên xwe zêde kirine. Duşemê jî li bakurê welêt li eyaleta Feryabê baregeheke leşkerî ji hêla Talîbanan ve hatibû xistin.

Tê gotin li navenda welêt Gazniyê rewş aram dibe. Bajar ketibû destê Talîbanan û 5 rojan şerekî giran çêbûbû. Hêzên taybet ên Amerîkî û hêzên hewayî jî destek dabûne hêzên Efgan.

Fermandariya Talîban ferman da şervanan ku ji bajêr vekişin. Gaznî nêzî 150 km’yî dûrî paytext Qabûlê ye.