Swîsre li dijî navendên MÎT û cîhadîstan dikeve nava tevgerê

Swîsre li dijî mizgeftên ku weke navenda karê sîxuriyê yê MÎT'ê û rêxistinên cîhadîst tên naskirin, dikeve nava liv û tevgerê.

Li Swîsreyê ev demeke dirêj e tê nîqaşkirin ku hin mizgeftên li vî welatî ji bo rêxistinên cîhadîst û karê sîxuriyê yê MÎT'ê tên bikaranîn. Parlamenterên Neteweyî yên ji partiya SVP ragihandin, ku mizgeftên ser bi Weqfa Diyanetê ya Tirk li Swîsreyê, gelek mizgeft û meleyên van mizgeftan, hewl diidn 'Îslama radîkal' li Swîsreyê belav bikin. Parlamenterên SVP'ê vê mijarê timî dixin rojeva parlamentê.

Herî dawî, Parlamenterê Neteweyî yê SVP'ê Lorenzo Qûadrî mijar xist rojeva parlamentê û pêşnûme qanûnek pêşkêşî Parlamenta Neteweyî ya Swîsreyê kir. Di pêşnûmeyê de tê xwestin, ku mizgeft bên kontrolkirin û mele jî ji derveyî Swîsreyê neyên anîn.

Pêşnûme qanûn li hemberî 89 dengên 'na', bi 94 dengên 'erê' hate qebûlkirin û ji bo erêkirinê ji Konseya Dewletê ya Swîsreyê re hate şandin.