Swêdî li ber astengiyên li pêşiya mafên zimanê dayikê yên li Fînlandiyayê rabûn

Piştî ku qanûneke li ser navendîkirina sîstma tenduristiyê li Fînlandiyayê hate qebûlkirin, Fîniyên bi Swêdî daxivin, nerazîbûneke mezin nîşan dan.

Swêdiyên li Fînlandiyayê bi navê "Hûn çawa diwêrin vê bikin?" kampanyayek dan destpêkirin û ji Serokkomar Saûlî Nîînîsto re bi hezaran name şandin û xwestin mohra xwe danîne bi vê vê qanûnê.

Li Fînlandiyayê bi qasî 300 hezar kesên zimanê wan ê dayikê Swêdî ye hene, ku piraniya wan li herêma Osterbottenê dijîn. Ji bo van Swêdiyan, ku ji sedî 5,4 ê nifûsa Fînlandiyayê ye, tevî Fînî zimanê Swêdî jî weke zimanê dayikê hatiye qebûlkirin. Di Destûra Bingehîn de maf hatiye dayîn, ku li saziyên dewletê bi zimanê Swêdî xizmet ji Swêdiyan re bê dayîn. Nîşaneyên trafîkê jî bi du zimanan hatine nivîsandin.

Di çarçoveya reforma tenduristiyê de hikûmetê servîsa lezgîn a li nexweşxaneya Vasayê, ku bi Swêdê daxive, rakir Seînajokî ku bi Fînî daxive. Welatiyên bi Swêdî daxivin nerazîbûn nîşanî vê dan. Swêdî li ber vê guhertinê rabûn, ku mafê wan ê xizmeta tenduristiyê bi zimanê dayikê ji holê tê rakirin û rakirina servîsa lezgîn a nexweşxaneyê weke gefek li zimanê xwe yê dayikê dibînin.

Parlamenterê Partiya Gel a Swêdê (SFP) Mats Nylûnd, li parlamentê di dema nirxandina vê qanûnê de axivî û got, "Îro Parlamenta Fînlandiyayê dîrokê dinivîsîne. Fînlandiya, ji dewleteke hiqûqê ku mafên hindikayiyan bi destûra bingehîn ewle kiriye, ber bi dîktatoriyeke yek zimanî û zalimane ve diçe. Ji ber vê rewşê ez gelekî xemgîn im. Weke Fîniyekî bi zimanê Swêdê daxivim, we mafên min binpê kirin, we mafên jenerasyona dê û bavê min û zarokên min binpê kirin. Fînlandiya welatê min e. Ka li ku ye, lîderekî li dijî vê derkeve? Divê lîderek ti carî polîtîkayên herêmî yên erzan danîne pêşiya mafên destûra bingehîn."

Axaftina Nylûnd li Fînlandiyayê deng veda. Piştî ku zanyarên ziman jî tevlî vê nîqaşê bûn, mijar li medyayê û li nava beşên cuda yên civakê hate nîqaşkirin.

Pispor dibêjin, astengiya li pêşiya xizmeta tenduristiyê ji bo Swêd-Fîniyan a bi zimanê dayikê, li dijî pîvana xizmeta wekhevî û nêzîkatiya wekheviyê ya li her kesî ye.

Parlamenterê SFP Joakîm Strand jî diyar kir, ev guhertin wê bandoreke neyînî li mirovên nexweş bike.

Komîsyona Edaletê ya Parlamentê jî pêşnûmeya hikûmetê şandiye parlamentê rexne kir.

Refroma di tenduristiyê de, beriya niha bi xwepêşandanên girseyî, ku bi hezaran kes tevlî bûn, hatibû protestokirin.

Lê belê hikûmeta koalîsyonê ya ji Partiya Navendî ku Jûha Sîpîla serokatiya wê dike, Fîniyên Rasteqîn û Partiya Yekîtiyê pêk tê, tevî hemû rexne û nerazîbûnan jî pêşnûme li parlamentê da qebûlkirin.

Seroka rêxistina ciwanan a SFP Îda Schûman da xuyakirin, ku hin mirovên extiyar ên Swêdî bi zimanê Fînî nizanin, lewma wêpirsgirêkên cidî derkevin pêşiya wan û got, eger Serokkomar mohra xwe deyne binê vê qanûnê, ew ê mijarê bibin ber destê Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê.