Swêdê biryar da ku çekan nefiroşe Tirkiyeyê

Mufetişiya Berhemên Stratejîk (IPS) a ku li Swêdê biryara firotina çekan dide, diyar kir ku wan biryar dane êdî çek û alavên leşkerî nefiroşin Tirkiyeyê.

Gerînendeyê Giştî yê Mufetişiya Berhemên Stratejîk (IPS) Carl Johan Wîeslander diyar kir ku wan biryar dane ku êdî çekan nefiroşin Tirkiyeyê.

Waslander diyar kir ku wan destûrên firotina çekan bi paş ve stendine û ji Ajansa Nûçeyan a Swêdê TT’yê re got ku “Ev tê wateya ku êdî em ê tu amûr û alavên leşkerî nefiroşin Tirkiyeyê.”

Heta niha Fînlandiya, Norweç, Hollanda, Fransa, Elmanya, Îtalya, Îspanya û Kanadayê biryar dan ku ew ê çekan nefiroşin Tirkiyeyê.