Stêrka ku herî  pir dûrî cîhanê ye hate dîtin

Lêkolînerên Swîsreyî stêrkek dîtin, ku bi 9 milyar  salên tîrêjê hate dîtin. Ev jî weke rekorekê tê dîtin.

Tîmeke ku ji lêkolînerên ji Zanîngeha Cenevreyê û Dibistana Polîteknîk a Federal a Lozanê (EPFL) pêk hatî diyar kir ku wan stêrkek dîtine, ku bi 9 milyar salên tîrêjê dûr e.

Ji Zanîngeha Cenevreyê, ji Beşa Astronomiyê Antonîo Cava got, bi vê kefşê derbarê stêrkê, derdora wê û li ser rêya wê, li ser madeyên ku dîtin gelek agahî bi dest wergirtine.

Navê Îcareyê li stêrikê kirin. Bi şînbûna xwe mirov şaş dike û ji rojê bi sedan carî zêdetir dibiriqe. Li gorî Zanîngeha  Cenevreyê, bi vê keşfê li galaksiyên dûr, derbarê stêrkên bi serê xwe ev dibe destpêka lêkolînên nû.