Spanya polîsên Katalan ên ku îxanet li gelê xwe nekirî dike hedef

Spanya ya ku ji Elmanya nekarî lîderê Katalan Puîgdemont bistîne niha jî dixwaze şefên polîsan ên Katalan mehkûm bike.

Derbarê Josep Lluîs Trapero, ku beriya referanduma 1’ê Cotmeha 2017’an li ser hêza polîsên herêmî ya Katalan Mossos d’Esquadra bû, 15 sal cezayê hepsê tê xwestin.

Yek ji dadgerê dadgeha Audîencîa Nacîonal Carmen Lamala, ku ev dadgeh li Spanyayê li sûcên dijî dewletê dinere, derbarê Trapero de, ku di dema referandûmê de fermana Madrîdê bi cih neanî, dozên bi sûcdarkirinên ‘serhildanê’ hatine vekirin, qebûl kir. Lamela got Trapero endamê ‘rêxistineke krîmînal e’ û armanc jî dabeşkirina Spanyayê ye.

Dadgehê her wiha li ser du burokratên paye bilind ê li Wezareta Karê Navxwe yê Katalonya û du polîsan jî bi heman sûcdariyan doz qebûl kir. Heke îddîanameyên li ser endamên hêza polîsan a Katalan bi rengê berdest were qebûlkirin tê payin ku heta bi 15 salan ceza li wan were birin.