Spanya dest li ser sindoqên Katalonyayê datîne

Li Katalonyayê dengdana ji bo referandûma serxwebûnê dest pê kir.

Ji bo referandûmê polîsên neteweyî yê Barcelonayê, berê sibehê bi dehan wesayitan ji baregeha li bajêr derketin. Saet 09.00'an bi destpêkirina dengdanê re polîs çûne wan dibistanên ku weke niqteyên referandûmê hatibûn diyarkirin û dest li ser sendoqan danî.

Wezareta Karên Hundir a Spanyayê li ser hesabê Twîtterê wêneyê sindoqên ku desteser kirine bi nîşeya, 'polîs li Katalonyayê li ser kar in' par ve kir.

Li gorî nûçeya rojnameya El Perîodîcoyê li Barcelonayê polîsan guleyên plastîkî avêtin û çend kes birîndar bûne.

Li navenda herêma Gîronayê ku Serokê Herêma Xweser a Katalonyayê Carles Puîdemont jî wê deng bdda polîsan mudahele kir. Li gorî Reutersê li vir di navbera polîsan û Katalanan de şer derketiye.

Puîgdemontê got, li herêma Gîronoyê li gundiyekî bi navê Cornella del Terî dengê xwe daye.

Nûnerê Katalonyayê yê hikûmeta Madrîdê Enrîc Mîllo bi daxuyaniyeke çapemeniyê got, "em neçar hiştin tişta ku me nedixwest, em bikin."
Tê gotin li deverên ku dengan didin xeta înternetê hatiye qutkirin.

Şaredara Barcelonayê Ada Coladu li ser Twîtterê got, "Serokekî tirsonek bi polîsên xwe bajarê me dagir kir, ev der bajarê me ye."

Lîstikvanê berê yê tîma futbolê ya Barcelonayê Carles Puyol jî di ser hesabê xwe yê Twîtterê re got, "Dengdan demokrasî ye."