Sozên ku ji bo avhewayê hatine dayin dibe ku têrê nekin

Hişyarî tê dayin ku hemû şertên Peymana Avhewayê ya Neteweyên Yekbûyî ya Parîsê bi cih werin anîn jî, wê nikaribe pêşî li germahiya global were girtin. Xemsariya dewletan dibe ku rê li ber koçberiya bi sedan milyon mirovî veke.

Nîcolas Hûlot yek ji pêşengên têkoşîna li Fransayê ya li dijî germahiya global e. Îstifaya Hûlot ji Wezareta Hawirdorê nîşan da ku polîtîkayên vî welatê pêşengiyê ji peymana avhewayê re dike, xetimîne.

NEPÊKAN E KU BI VÎ RENGÎ PÊŞÎ LI GERMAHIYA GLOBAL WERE GIRTIN

Di Peymana Avhewayê ya Neteweyên Yekbûyî de ku sala 2015'an li Parîsê hate qebûlkirin, biryar hatibû dayin ku germa global heta sala 2100'î di radeya 1,2 heta 2 pileyî de bê hiştin. Ev armanc li gorî rêjeya germa global a berî serdema pîşesaziyê hatibû danîn. Lê zêdebûna germê bi 1,1 pileyî nîşan dide ku heta sala 2040'î rêjeya germa global bigihêje 1,5 pileyî.

Lêkolînên ku vê dawiyê hatin weşandin, nîşan didin ku ji bo pêşî li germahiya global a rê li ber guhertina avhewayê vedike were girtin, pêwîstî bi tedbîrên gelekî radîkal heye. Herî dawî lêkolînek di vê derbarê de roja 6'ê Tebaxê li kovara zanistî ya bi navê Proceedings of the National Academy of Sciences hatibû weşandin. Li gorî vê lêkolînê, tedbîrên di nava 10-20 salên bê de bên girtin wê paşeroja 10 hezar salî ya cîhanê diyar bikin.

10 SALAN WÊ BI QASÎ 0,17 PILEYÎ ZÊDE BIBE

Tevî hişyariyên ku ji salên 1970'î û vir ve tên kirin, tê dîtin ku welatên cîhanê di mijara pêşîgirtina li germa global de kêm mane û hin serdeman bê çare mane. Li gorî lêkolîneke din ku berî çend hefteyan hate weşandin, hişyarî hatibû dayin ku di navbera salên 1993 û 2017'an de rêjeya ava li okyanûsan bi 7,7 santîmetreyî bilind bûye.

Tê texmînkirin, ji ber bandora gaza serayê ya li welatan tê belavkirin, her 10 salan carekê wê germa global bi 0,17 pileyî zêde bibe. Tê zanîn ku ji bo kêmkirina vê gazê, aboriyên mezin ên cîhanê hewl nadin. Derba herî mezin a li Peymana Avhewayê ya Neteweyên Yekbûyî hate xistin, biryara Serokê DYA'yê Donald Trûmp a vekişîna ji peymanê bû.

Wekî din, nayê zanîn bê Çîn, Rûsya, Hîndîstan û welatên din ên mezin çiqasî ji dil in ku sozên xwe yên li ser kêmkirina gaza serayê bi cih bînin. Gelek welat ji bo zêdekirina bikaranîna enerjiya dikare were nûkirin, dereng dimînin.

Ji ber van hemû sedeman, belavkirina karbondîoksîtê (CO2) ku gaza herî bi bandor a serayê ye, di nava deh salên dawî de qat bi qat zêde bû.

PEYMAN BI CIH WERE ANÎN JÎ WÊ BI 3 PILEYÎ ZÊDE BIBE

Yek ji daxuyaniyên bi endîşe yên li ser avhewayê, ji berpirsyara Peymana Çarçoveya Guhertinên Avhewayê ya NY'ê Patrîcîa Espînosa hat. Li gorî Espînosa Peymana Avhewayê ya Parîsê ku sala 2015'an hate qebûlkirin û sala 2016'an hate mohrkirin, eger bi cih were anîn jî wê armanca ji bo germa global hatiye destnîşankirin pêk neyê.

Espînosa meha Gulanê daxuyanî dabû û gotibû, germa global wê heta sala 2100'î li gorî asta sedsala 19'an bi 3 pileyî zêde bibe. Espînosa destnîşan kir ku gavên ji bo pêşîgirtina germa global hatine destnîşankirin, eger zû werin avêtin wê hingî karibin bi bandor bin.

ZÊDEBÛNA NIFÛSA CÎHANÊ YEK JI SEDEMÊN GIRÎNG E

Li ser germa global hema bêjin her roj lêkolîn tê kirin û hişyariyên girîng tên dayin. Işaret bi zêdebûna nifûsa li gelemperiya cîhanê û bandora vê yekê tê kirin.

Ji sala 1992'an û vir ve nifûsa mirovan bi 2 milyarî zêde bû û 7,5 milyar derbas kir. Tê payin ku nifûsa mirovan salên 2050'î nêzî 10 milyarî bibe. Ev yek jî wê bibe sedem ku çavkaniyên li ser rûyê erdê zû bên çikandin. Her wiha pîşesaziya ku gaza rê li ber germa global vedike berdide hewayê, wê zêde bibe.

Tê gotin, eger tedbîrên radîkal li dijî germa global neyên girtin wê bi hezaran mirov ji ber germê bimirin, ji ber tinebûna çandiniyê wê bi sedan milyon mirov bi felaketan re rû bi rû bimînin.