Sînorê DYA-Meksîka wê ji aliyê Mihafizên Neteweyî ve bê parastin
Serokê DYA Donald Trump ku bi polîtîkayên xwe yên tund ên li dijî penaberan tê naskirin, ji bo pêşî li koçberiyê bigire wê yekîneyên artêşê li ser sînorê Meksîkayê wezîfedar bike.
Serokê DYA Donald Trump ku bi polîtîkayên xwe yên tund ên li dijî penaberan tê naskirin, ji bo pêşî li koçberiyê bigire wê yekîneyên artêşê li ser sînorê Meksîkayê wezîfedar bike.
Li gorî daxuyaniya rêveberiya DYA, Mihafizên Neteweyî yên artêşa Amerîkayê ji bo sînorê Meksîkayê demkî biparêzin hatine wezîfedarkirin.
Wezîra Ewlekariya Navxweyî Kirstjen Nielsen diyar kir ku Trump ferman daye ku ji bo parastina sînorê Meksîkayê yekîneyên Mihafizên Neteweyî ji herêmên başûrê rojava re bêne şandin. Yekîneyên Mihafizên Neteweyî, wê heta dema lêkirina dîwarê li ser sînorê Meksîkayê, alîkariyê bidin polîsên sînor.