Serokwezîrê Iraqê ji bo ‘civînê sêalî’ çû Qahîreyê

Serokwezîrê Iraqê Adil Ebdulmehdî, serdana xwe ya destpêkê ya derveyî welêt, li Misirê pêk anî. Ebdulmehdî wê tevlî civîna sêalî ya  Misir, Iraq û Urdunê bibe.

Li gorî Ofîsa Serokwezîriya Iraqê eşkere kirî, Adil Ebdulmehdî piştî ku meha Cotmehê dest bi peywirê kirî şûnde cara yekê ye diçe serdana welatekî derve.

Ebdulmehdî, li ser vexwedina serokomarê Misirê Ebbdulfettah Es-Sîsî çû Misirê û wê tevlî civîna sê alî ya ji Misir, Urdun û Iraqê pêk tê, bibe.

Ebdulmehdî, diyar kir ku soz daye gelê xwe heta bernameya xwe ya 100 rojan a hikumetê pêk neyne dernakeve derveyî welat lê belê peywirên hikumetê yên ku divê di mehên desdtpêkê de bên kirin pêk anîne.

Serokwezîr Ebdulmehdî yê ji bo tevlî civîna sêalî bibe çûyî Qahîreyê, ji hêla serokkomarê Misirê Ebdulfettah Es- Sîsî ve hate pêşwazîkirin û qebûlkirin.

Piştî hevdîtina Sîsî û Ebdulmehdî, civîna çapemeniyê hate lidarxistin û Sîsî diyar kir ku ji bo xurtkirina têkiliyên dualî roja duşemê li Qahîreyê bi Qralê Urdunê Ebdulahê 2’em re civiyane.

Sîsî diyar kir ku di navbera wan û Iraqê de mijra sereke “Hevkariya aboriyê” ye û diyar kir ku bi navbeynkaria şirketan dixwazin li qadên cur be cur de di avabûna Iraqê de cih bigirin.

Ebdulmehdî jî diyar kir ku bi Misirê re di mijarên avahîsazî, îskan, çand, hîndekariya bilind û rêbaran de dixwazin imze li binê lihevkirinên hevpar bidin û diyar kir ku naxwazin welatê wan ji nû ve bibe navenda şer û pevçûnên li herêmê diqewimin.