Serokwezîrê Fransayê bû, bû namzetê Barselonayê

Manuel Valls ê Katalan ku li Fransayê 2 salan serokwezîrtî kirî, di hilbijartinên xwecih de, ya sala bê, wê ji bo şaredariya Barselonayê têkev hilbijartinê.

Manuel Valls ku 1962'an li Katalonya ya Spanyayê jidayik bûyî, bi slan li Fransayê wekîltî, wezîrtî û herî dawî serokwezîrtî kiribû. Valls 2017'an ji bajarê Essoneyê dîsa bûbû wekîl, ji mêj ve ye dihate gotin ku dixweest derbasî siyaseta Katalan bibe.

Maneul Valls ku duh daxuyanî dayî got bi desteka Cîudadanosê lîberal, ku alîgir e Katalonya bi ser Spanyayê ve bimîne, namzetiya xwe ya ji bo şaredariya Barselonayê daniye.

LI PÊŞBERÎ WÎ NAMZETÊN XURT HENE

Ti siûda Valls xuya nake ku ji bilî Cîudadanos dixwaze 'çepa dijî serxwebûnê û rastgiran' bîne cem hev.

Valls li gel Ernest Maragall ê namzetê çepgir ku alîgirê serxwebûnê ye, her wiha wê bi şaredarê berdest Ada Colau re jî ku navekî xurt e, wê neçar bimîne ku bikeve pêşbirkê. Tê gotin Valls zêdetir wê hewl bide desteka derdorên elît ên li Barselonayê ku alîgirê Yekîtiya Ewropayê ne, bistîne.

Ji bo hilbijartinan, ku sala bê wê were kirin, yê ku dengê herî zêde standî wê bibe şaredar.