Serokwezîra Skoçyayê mohra xwe danî binê nameya referandûma serxwebûnê
Serokwezîra Skoçyayê Nîcola Stûrgeon, nameya li ser daxwaza referandûma duyemîn a ji bo serxwebûna welatê xwe, erê kir û mohra xwe danî binî.
Serokwezîra Skoçyayê Nîcola Stûrgeon, nameya li ser daxwaza referandûma duyemîn a ji bo serxwebûna welatê xwe, erê kir û mohra xwe danî binî.
Li Skoçyayê, ku xwedî rêveberiyeke xweser a ser bi Brîtanya Mezin e, di dengdana Sêşemê de li hemberî 59 dengên di jber bi 69 dengan erk ji Serokwezîr Nîcola Stûrgeon re hat dayîn, ku referandûmê pêk bîne.
Piştî vê dengdana li parlamenta Skoçyayê, Stûrgeon divê vê daxwazê ji Serokwezîra Brîtanya Mezin Theresa May re bişîne. Stûrgeon, duh mohra xwe danî binê vê nameya fermî û tê payîn îro ji Theresa May re were şandin.
Di referandûma serxwebûnê ya sala 2014'an de ji sedî 45 ê welatiyên Skoçyayê dengê erênî da bûn. Lê belê, piştî ku daxwaza derketina Brîtanya Mezin ji nava Yekîtiya Ewropayê di referandûmê de hat qebûkirin, tê texmînkirin ku ji sedî 62 ê Skoçên li ber derketina ji Yekîtiya Ewropayê rabûn, daxwaza xwe ji bo serxwebûnê nîşan bidin.
Stûrgeon a ji Partiya Neteweyî ya Skoçyayê (SNP), piştî serlêdana Brîtanyayê ya ji bo derketina ji nava Yekîtiya Ewropayê da xuyakirin, ku mafê welatê wê ye ji nû ve li ser serxwebûnê biryarê bide. Stûrgeon ragihand, ew dixwazin di payîza 2018'an an jî bihara 2019'an de referandûma serxwebûnê bikin.