Serokê ETA’yê Santî Potros ji girtîgehê derket

Yek ji serokê ETA’yê Santî Potros (Santîago Arrospîde Sarasola) vê sibehê ji girtîgehê derket.

Santî Potros ê ku 30 sal in di girtîgehê e ye, tê îddîakirin ku çalakiya herî xedara a ETA’yê kiriye. Potros vê sibehê ji girtîgeha Topasê derket.

Sê kes hatin pêşiya Santî Potros û Potros li wesayîta van sê kesan siwar bû. Tu daxuyanî ji çapemeniyê re nehat kirin.

Ji bo Potros 3000 sal ceza dihat xwestin.

Ji ber êrîşa di Hezîrana 1987’an de a li Barselonayê ya ku 21 kes miribûn, Potros dihat sûcdarkirin.

Potros di sala 1987’an de li Fransayê hatibû girtin û di sala 2000’an de îadeyî Îspanyayê hatibû kirin.