Li Tehranê ya ku paytexta Îranê ye, Li Sûka Mezin a Tehranê ji bo protestokirina kêşeyên ekonomîk, esnafan dikanên xwe girtin. Bi hezaran kesên ku kêşeyên ekonomîk protesto kirin sloganên ‘Em bi 10 hezar tumenan dolaran naxwazin,” “Dev ji Sûriyeyê berde, li rewşa me binihêre” berz kirin.
Çalakiya dikandarên Tehranê di roja duyem de dewam dike. Herwiha li gorî dîmenên ku di navenda Tehranê hatine weşandin de di navbera çalakger û hêzên ewlehiyê de şer qewimiye.
Di encama boykot û xwepêşandanên gel de, serokê dadgeriya Îranê Sadiq Amêlî Larîcanî îro daxuyaniyek da û gefa darvekirinê li çalakgeran xwar.
Larcanî wiha got: “Ev kiryarên ku tên kirin xiyaneta ji milet û nîzamê ye, me tu caran tavîz nedaye û em ê li hember wana derkevin û em şiyarî didin ku ev kar weke bin pêkirina sîstema aboriya welate û cezayê wê jî yê gelek giran be. Ger bêkarî û bircîbûn di welat de derkeve wê ji bo çalakvanan cezayê darvekirinê bisepînin û di qanûnê de tu kurtasiyekî ne kin.”
Laricanî ji hêzên ewlehiyê xwest ku çalakvanan tespît bike û radestî saziya di bin emrê wê de bike da ku giran ceza lê bên birîn.