Schûlz: Erdogan wê hê bêhtir otorîte bibe!

Li Elmanyayê serokê berê yê SPD ku hevkarê koalîsyonê ye Martîn Schûlz got wê Erdogan piştî hilbijartinan hê bêhtir otorîter bibe.

Serokê berê yê Partiya Demokrat a Sosyal (SPD) Martîn Schûlz ji rojnameya Rhenische Post a li Dusseldorfê derdikeve re axivî. Schûlz desteka Tirkên li Elmanyayê ji bo Erdogan nirxand.

Schûlz têkildarî  pîrozbahiyên alîgirên Erdogan yên piştî hilbijartinê wiha got; “Tirkên li Elmanyayê dijîn û bûyîn hemwelatiyên Elmanyayê ev 3 yan 4 nifş in di gelek aliyan de mexdûr bûne. Pîrozkirina lîderekî otorîter nayê qebûlkirin”.

Schûlz diyar kir ku piştî serketina Erdogan a di hilbijartinê de wê Erdogan hê bêhtir otorîter bibe û wiha got; “Wê hemû pêdiviyên di destê xwe de bi kar bîne û wê bixwaze hemû welat bixe ser xeta xwe divê ji bo vê amadekariyên me hebin.”