Salamî: Stratejiya Îranê tunekirina ‘rejîma siyonîst e’!

Berpirsê paye bilind ê Mûhafîzên Şoreşa Îranê efser Huseyîn Salamî got; “Stratejiya Îranê tunekirina rejîma siyonîst ji nexşeya Rojhilata Navîn e.”

Li gorî televîzyona raya giştî ya Îranê efser Huseyîn Salamî got; “Em îlan dikin ku; eger Îsralîl li dijî me şer bide destpêkirin, wê ev bibe dawiya wan û wê bi rizgarkirina xakên dagirkirî bi encam bibe.”

Salamî wiha jî got; “Ji bo ku Îsraîlî miriyên xwe veşêrin wê santîmetreyek li Filistînê nemîne.”

Berpirsê payebilind ê Mûhafizên Şoreşa Îranê herî dawî got; “Stratejiya Îsraîlê, tunekirina rejîma Siyonîst ji nexşeyê ye. Îsraîlî bi entrîkayên krîmîlan sûdê dide vêya.”