Rûhanî û Hamaney li ser êrîşa li Ahvazê daxuyanî dan

Serokkomarê Îranê Rûhanî ji ber êrîşa roja Şemiyê ya li Ahvazê welatên Kendavê sûcdar kir. Lîderê olî Hamaney jî DYA sûcdar kir.

Li bajarê Ahvaz ê Îranê di dema merasîma leşkerî de êrîşek hatibû kirin û herî kêm 29 kes miribûn, bi dehan kes jî birîndar bûbûn. Serokkomarê Îranê Hasan Rûhanî piştî êrîşê daxuyaniyek da û welatên Kendavê yên destekê ji DYA'yê digirin sûcdar kir.

Rûhanî berî ku biçe New Yorkê ji bo tevlî civînên Civata Giştî ya Neteweyên Yekbûyî bibe li Tehranê daxuyanî da. Rûhanî welatên Kendavê sûcdar kir ku desteka fînansî û leşkerî didin Tevgera Demokratîk a Ereb a Ahvazê.

Rûhanî diyar kir, DYA hewl dide li Îranê rewşeke nearam biafirîne, lê wê bi ser nekeve û got, Îran wê ji binê barê pêkanînan rabe û DYA'yê jî wê ji ber êrîşkariya xwe poşman bibe.

Lîderê olî yê Îranê Ayetûllah Hamaney jî li ser êrîşê daxuyaniyeke nivîskî da û got, "Ev cînayet dewama komployên hikumetên ku ji aliyê DYA'yê ve li herêma me hatine bicihkirin e."

Wekî din, piştî êrîşê li Îranê 'şîna neteweyî' hate ragihandin.