Rokêtên bi ser Israîlê de, li ser Filistînê bûne bombeyên balafir

Ji şemiyê ve ji Şerîda Xazeyê 500 rokêt avêtin Israîlê. Israîlê jî bi êrîşên hewayî bersiv da. Di êrîşan de 4 Filîstînî û Israîliyek hate kuştin.

Li gorî artêşa Israîlê Şemiyê 430 rokêt bi ser wan de hatine şandin, piraniya van hatine astengkirin. Yekşemê jî gelek rokêt hatin avêtin. Bi giştî 500 rokêtan Israîl kire hedefa xwe.

Şemiyê li Askhelonê Israîliyekî 58 salî bi rokêtê hate kuştin. Duh jî Israîlîyekî 80 salî li Kyrîat Gattayêku 20 kîlometre dûrî Xazeyê ye bi giranî birîndar bû.

Israîl jî bi hawanan bersiv da êrîşên bi rokêtan. Li gorî jêderên Filistînî bi kêmanî 4 kes mirin. Hate gotin yek ji van jî keçeke 14 salî û dayika wê ne. Israîlê ev agahî li derewê qeliband.

ÎSLAMÎ CÎHAD ANÎ SER XWE

Îslamî Cîhad, ku hevalbendê Hemasê ye êrîşên li ser Israîlê anî ser xwe û ragihand ew hazir in bi berdewamî rokêtan bavêjin. Rêxistinê bi vîdeoyeke li ser tora medyayê gef xwar ku balafirgeha navnetewî ya Ben Gurîon a li nêzî Tel Evîvê jî di nav de, ew ê êrîşê bibin ser gelek deverên stratejîk ên Isralê.

Balafirên şer ên Israîlê Şemiyê li 12 mewziyên Hemasê û Îslamî Cîhad xist. Yek ji wan cihan jî serwîsa îstîxbarî ya leşkerî ya Hemasê û serwîsa ewlehiya giştî bû.

AJANSA ANDOLUYÊ JÎ DERB XWAR

Li gorî medyaya Tirk lokalên Ajansa Anadoluyê (ku ajansa fermî ya dewleta Tirk e) bû hedefa êrîşan lê kesek birîndar nebû. Hate gotin piştî ku bi hişyarî li AA'yê hatiye reşandin xebatkarên AA'yê ji avahiyê derketine û piştre hatiye bombekirin.

Misir ku hewl didin navbeynkariya Israîl û Hemasê bike dixwaze rewşê nerm bike. Yekîtiya Ewropa jî xwest ku Filîstîn rokêtan bisekinîne û desteka da helwestên nermkirinê yên Misir û NY'yê. Washîngtoyê detek da ''mafê xweparastinê'' yê Israîlê.