Roja Mafên Zarokan: Pêşketin heye, lê pirsgirêkê jî didomin

Li gorî rapora UNICEF'ê di nava 30 salên dawî de tevî ku mafên zarokan hinekî baş bûne jî hîn pirsgirêkên giran hene ku yekser bandorê li sed milyonan zarokî dikin.

Bi wesîleya Roja Mafên Zarokan a Dinyayê ku îro cara 30'î tê pîrozkirin, Fona Alîkariya Zarokan a Neteweyên Yekbûyî (UNICEF) raporek weşand. Di raporê de hate ragihandin ku tevî pêşketinan jî bi milyonan zarok ji ber nexweşiyên dikarîbûn bihatina dermankirin jiyana xwe ji dest dan.

Di raporê de hate gotin, ji 20'ê Mijdara 1989'an dema pejirandina Peymana Mafên Zarokan û vir ve di mafên zarokan de pêşketin heye û hate îdîakirin ku têkoşîna li dijî nexweşiyan heta astekê serketî ye.

Di rapora UNICEF'ê de hate destnîşankirin ku hejmara zarokên xwedî jiyaneke baş, demdirêj û bi tenduristiyê zêde bûye, lê belê li nava mirovên xizan ev şens kême.

Li gorî rapora UNICEF'ê li dinyayê her roj 15 hezar zarokên kêmî 5 salî ji ber nexweşiyên dikarin bên astengkirin û tedawîkirin jiyana xwe ji dest didin. Ev yek jî salê dibe 5.5 milyon zarok ên jiyana xwe ji dest didin.

Di raporê de girîngiya têkoşîna li dijî nexweşiyên ku gefê li zarokan dixwin hate destnîşankirin û hate bibîrxistin ku 86 ji sedî zarok dikarin xwe bigihînin derziyên DPT û sorikê.

Lê belê li herêmên xizan parastina zarokan hîn jî pirsgirêkeke girane. Der barê mijarê rêjeya derzîkirina li dijî nexweşiya sorikê ya navbera salên 2012 û 2017'an ên li welatên Efrîkayê hatin bibîrxistin. Li gorî vê yekê li 36 welatan ji bo zarokên malbatên rewşa wan a madî baş in bi rêjeya 85 ji sedî derziya li dijî sorikê hate kirin. Lê belê li malbatên xizan tenê nîvê zarokan hatin derzîkirin.

Li gorî rapora UNICEF'ê di mijara astengkirina zewicandina zarokan de di nava 30 salan de pêşketin hebin jî li nava xizanan zewicandina zarokan hîn jî didome.

Di raporê de hate destnîşankirin ku di mijarên tenduristiyê, xwedîkirinê û perwerdeyê de hîn jî pirsgirêkên giran hene û hişyarî hate kirin ku dema bê dibe ku guhertina avhewayê, felaketên ji ber guhertina avhewayê rû bidin, îstîsmara li înternetê ji bo zarokan metirsiyên cuda bin.

Di rapora UNICEF'ê de hate destnîşankirin ku ji bo başkirina mafên zarokan divê welatên dinyayê hemû biryarên hevpar werbigirin û gavan biavêjin.