Roja 112'an a şerê li Xezeyê: 183 kesên din hatin kuştin

Wezareta Tenduristiyê ya Hamasê ragihand ku ji 7'ê Cotmehê û vir ve li Şerîda Xezeyê di êrîşên Îsraîlê de 26 hezar û 83 kes hatin kuştin ku piraniya wan jin û zarok bûn.

Wezareta Tenduristiyê ya Hamasê ku Şerîda Xezeyê kontrol dike, têkildarî roja 112'an a şer de bîlançoyeke nû eşkere kir. Li gorî bîlançoyê heta niha 26 hezar û 83 kes hatine kuştin.

Hamasê diyar kir ku di nava 24 saetên dawî de 183 kes hatin kuştin û 64 hezar û 487 kes jî birîndar bûn.

Di daxuyaniyê de hate gotin, "Hîn jî gelek mirov di binê xirbeyên avahiyan de ne û wezîfedarên rizgarkirinê nikarin xwe bigihînin wan."